3:32:27 PM
RojavaNews: Bi sedan ji welatiyên Ferensî, duh Şemiyê, li paytexta Ferensî Parîs derket, û doza vekirina deriyan li ber Panaberan kir.
Hate zanîn ku 500 kes li meydana Sitalîngirad li Parîsê civiyan, û bi aliyê stasyona San Lazar çûn û siloganên doza vekirina deriyan li ber penaberan bilind kirin.
Di xwepêşandanê de siloganên mîna (Na bo koçberkirina penaberan,) (Em bixêrhatina penaberan dikin) (Penaber serçavan) hatin hildan.
Ji aliyê xwe ve berpirsa piştgiriya yasayî di komeleya Sîmad de ya piştgirya yasayî dide penaberan got ku hejmara kesên mafê penaberiyê li Feresna dixwazin0.09% ji hejmara giştî ya welatiyên Ferensayê ne.
