13:26:15
Rojava News: Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump îro du navên din ên di kabîneyê de cîh bigrin destnîşan kir, lê hîn jî li ser erka wezareta derve biryara xwe nedaye.
Li gor nûçeya dengê Amerîkayê, Trump Kongresmenê eyaleta Georgia Tom Price, ku rexnegireke tund yê zagona tenduristiyê ya Serokê Amerîkayê Barack Obama (Obamacare) ye, wek wezîrê xîzmetên tenduristiyê û mirovahiyê bijart ku Obamacare betal bike û sîstemeke nû bîne şûna wê.
Di dema helmeta seroktîyê de, Trump soza pûçkirina zagona Obamacare dabû ku dijberên wê bûhabûnê wê bi tundî rexne dikirin.
Wek hemû namzedên kabînê, divê namzetîya Price ji alîyê Civata Senatoran ya bi piranî Komarî ve, were pejirandin.
Rêberê Demokratan li Senatoyê, Senatorê eyaleta New York Chuck Schumer yekser dijberîya xwe li ser berbijarîya Price ragihand.“Price gelek caran dijîtîya xwe Amerîkîyên çîna navîn û hember bernameyên ser kesên kal û pîr, malbatan û kesên astengber nîşan daye,’’
Schumer got, Trump herwiha Elaine Chao ya wezîra berê ya serdema George W. Bush, wek wezîra veguhestinê detnîşan kir. Chao jina yekê ya Amerîkîya Asyayî bû ku di nav kabînê de wek wezîr xebitîbû.
Şêwirmendên Trump dibêjin ew hîn biryara xwe li ser erka wezereta derve nedaye û heta niha navê kesên wek serokê berê yê CIA David Petraeus, senatorê Tennessee Bob Corker, namzedê berê yê seroktîya Amerîka Mitt Romney û bajarvanê berê yê New York Rudy Giuliani bo wê erkê derbaz dibin.
