Hollanda û Fransa çavkaniyên DAIŞê kirin armanc

Hollanda û Fransa çavkaniyên DAIŞê kirin armanc

Rojava News: Hikûmeta Hollanda ragihand ku ewê li dijî rêxistina DAIŞê hevkariya Fransayê bikin.

 

Wezîrê Derve yê Hollandayê Bert Koenders li Londonê di hevdîtnên hevpeymaniya navdewletî de got ku di mijarên li dijî DAIŞê de wan û Fransayê li hev kirine.

Koenders anî ziman ku bi pêşîlêgirtina  ciwanan a tevlîbûna DAIŞê dê derbeyek mezin lê rêxistinê bikeve û got: “ Armacayeke me kêmkirina çavkaniyên aboriya DAIŞê ye.”

 

Li Londonê 22yê vê mehê Amerîka, Iraq, Tirkiye û 18 dewletên din ji bo têkoşîna li dijê DAIŞê kom bibûn.