Rojava News: Welatên Ewropayê li ser guhertina sînorê di navbera Belçîka û Hollandayê de li hev kirin.
Li gorî rêkeftinê Belçîka dê 2 araziyên 16 hektarî bide Hollandayê û li beramberê wê jî 3 hektar erd werbigire. Rêkeftin piştî guhertina cihê Çemê Mimasê pêk hat.
Di sala 1830an de demaku Belçîka bû serbixwe Çemê Mimasê weke sînor di navbera Hollande û Belçîkayê de hat destnîşankirin. Lê di sala 1961ê de ji bo çêkirina rê cihê ava çem pê de diherike guhertin. Piştî vê yekê jî beşekê xaka Belçîkayê ma di nav sînorên Hollandeyê de.
Ji bo ku Belçîka nikare ewlekariya we xaka xwe biparêze ew beş daye Hollandayê û li beramber jî cihekê din standiye.
Rêkeftina di navbera her du aliyan de dê sala 2018yê were bicîkirin.
