Danîmarka balafirên xwe yên şer ji Suriyê û Iraqê paşve dikşîne

Danîmarka balafirên xwe yên şer ji Suriyê û Iraqê paşve dikşîne

13:28:22

 

Rojava News: Danîmarka ji bo F 16 yên xwe yên ku di tekoşîna bi DAIŞê ya li Sûriyê û Iraqê de ji bo bi kar anînê li binke ya Încirlîkê bi cîh kiribun, biryara vekişandinê da.

Danîmarka ji bo F16 yên xwe yên ku di tekoşîna bi DAIŞê ya li Sûriyê û Iraqê de ji bo bi kar anînê li binke ya Încirlîkê bi cîh kiribun, biryara vekişandinê da.

Li gor nûçeya kanala televîzyonî ya tv2 ya Danîmarkayê biryara vekişandina F16 yan ji aliyê wezîrê karê devre Anders Samuelsson yê ku nû erkdar buye û wezîrê parastinê ve hatiye girtin.

Li gor nûçeyê Danîmarka ji îro pê ve wê balafirên xwe yên şer tenê bi armanca perwerdê bide bi kar anîn.

Danîmarka yê di meha Xizîrana îsal de ji bo tekoşîna li hember DAIŞê re di Sûriye û Iraqê de bi beşdarbuna hêzên koalîsyonan 7 F16 û 120 personelên xwe yên leşkerî şandibûn Tirkiyê.

Berî naha demekî jî balafirên şer yên Danîmarka beşdarî hêzên koalîsyonê bun û êrîşek li ser hêzên Sûriyê yên leşkerî pêkanîbûn û dabun xuya kirin ku ev êrîşe bi şaştî hatiye pêk anîn.

Wezîrê karê derve yê Danîmarka yê ji ajansa anadoliyê re axivî û daxuya kirin,’’ bi rengekî ku me berê jî pilan kiribu, em F16 yên xwe paşve dikşînin. Lê bes şûna wê ji ekîba me ya ku naha rekdarin, 20 kesên din jî wê zêde dibin. Kesên ku em dişînin wê di qadên Endezyarî û ava kirinê de bibin alîkar.’’

Di daxuyaniya niviskî ya wezîrê karê derve yê Danîmarka de jî tê diyar kirin ku tekoşîna wan ya bi DAIŞê re di nava polîtîkayên hikumetê yê herî girîng û sereke de ye, Danîmarka wê di rojên pêşiya me de bi hêzên koalîsyon re li şûna piştgîriya hewayî, wê hêzên ewlekariya Iraqê perwerde bike û bibe alîkar.