13:33:00
Rojava News: Gotûbêjê qesra spî ya Amerîkayê ragehand, serokê Amerîkayê Barack Obama, pejirandina kongreyê ya yasaya nû kirina dorpêça li ser Îranê ji bo deh salan îmza kir.
Li gor raportên ajansên cîhanî gotûbêjê qesra spî Eric Schultz duh 02.12.2016ê di civîna çapemeniyê de got: ‘’Em di vê baweriyê de ne ku nû kirina dorpêçê li ser Îranê naçarî û pêwîst nîne, lê li gor me ti tiştekî nû û bandorekê li ser rêkeftina me û Îranê nake û serokê Amerîkayê jî ji ber vê pirose yasa îmza kir. ‘’
Li hember vê yekê gotûbêjê wezareta derve yê Îranê Behram Qasimî ragehand: ‘’Pejirandina yasaya dirêjkirina dorpêçê li dijî Îranê, li kongrêsa Amerîkayê, tê wateya binpê kirina rêkeftina atomê ye.’’
Malpera fars a nêzîkî sipaha pasdaran li raportekî vê derbarê de diyar kir: ‘’Beşek ji parlamenterên Îranê mijûlê darijandina pêşneyar û reşnivîsekî nû ne, ku piroseya atomî ya Îranê bê çalak kirin.’’
