11:27:57
Rojava News: Referandûma Îtalyayê ya ku tê de dê çarenûsa pêgeha Îtalyayê di nava Yekitiya Ewropayê û çarenûsa serokwezîrê welatî Matteo Renzi û bê diyarkirin dest pê kir.
Li Îtalyayê dengdana referandûmê seat 07.00ê dest pê kir û dê heta seat 23.00yê bi dema Îtalyayê berdewam bike.
50 milyon kes beşdarî wê referandûmê dibin û dê ji bo guhertin an jî neguhertina destûrê dengên xwe bidin.
Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi ragihand ku eger xelkê guhertina di destûrê de qebûl nekir, ewê dest ji kar bikşîne, lê eger ku hat pejirandin, wê demê dê hejmara senatorên Italyayê kêm bibe û desthilata herêmên Italyayê jî sînordar bibe.
Her wiha li gorî wê guhertina destûrê, dê ti caran senator ji aliyê xelkê ve neyên hilbijartin û dê ji aliyê nûnerên herêman ve bêne destnîşankirin.
Demokrat û radîkalên Italyayê ketine pêşbirkeke tûnd.
Hikûmet dixwaze bi rêya bidestxistina piraniya dengên erê, hejmara endamên civata wî welatî ji 315 kesan daxe heya 100 kesan.
Eger di referandûmê de piranî dengê "na" derkeve Renzi dê dest ji kar berde û dê li Îtalyayê hilbijartina pêşwext bê lidarxistin.
