Yemen perçe dibe.. Herêma Sebaa jî cuda bû

Yemen perçe dibe.. Herêma Sebaa jî cuda bû

Rojava News: Welatên Yemen roj bi roj berve perçebûnê ve diçe, bi teybet piştî cemeata Husiyan dest dan ser bi paytext Sanaa û serokkomar Ebdilhadî Mansur dest ji kar kişad.

Herêma Sebaa jî ragihand ku ew peywendiyên xwe ligel paytext Sanaa dibire û tevlî herdu Herêman Adan û Hadramawt dibe.

Wezîrê karê navxwe yê berê yê Yemenê Lîwaa Ebde Husên El-Tirb bangawazî li herdu herêmên Cund û Sebaa kiribû, ku ew jî tevlî herêmên başûr bibin û peywendiyên xwe ligel Sanaa ya ket bin kontirola Husiyan qutbikin, her wiha daxwaz kir ku encumenek leşkerî bi serpereştiya wezîrê Berevaniyê Lîwaa Muhemed Subhî bête damezrandin.

Her wiha da xuya kirin ku Herêma Azal ya ji parêzgehên Sadaa, Umran, Sanaa û Zemar pêk tê bi dare zorê hatiye dagirkirin.

Her wiha hate ragihandin ku komîteyên gelêrî ji bo rê li ber êrişên Husiyan bigirin berê bi sedan ji çekdarên xwe dan ser sînorên Herêmên başûr û bi tevlêbûna Herêma Sebaa yak u bi petrolê zengîne herêmên başûr bêtir bi hêz bûn.