13:28:34
Rojava News: Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li Moskovayê civîna çapemenî ya heftane lidar dixe. Zaxarova ragihand ku Lavrov û Kerry îro li Almanyayê hevdîtinekê pêk tînin.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li Moskovayê civîna çapemenî ya heftane lidar dixe. Zaxarova ragihand ku Lavrov û Kerry îro li Almanyayê hevdîtinekê pêk tînin.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîna çapemenî ya heftane de got: "Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov wê bi hemkarê xwe yê amerîkî John Kerry re li bajarê Hamburga Almanyayê dê hevdîtinekê pêk bîne. Lavrov û Kerry ji bo grûbên muxalif ên çekdar ji herêma Helebê vekişin li ser peymanekê dixebitin."
Mariya Zaxarova di axaftina xwe êrişa nexweşxaneya rûsî ya li Helebê k udu bijîşkan jiyana xwe ji dest dabû nirxand û got: "Milîtanên terorîst nexweşxane dane ber bombeyan yên ku fermana vê êrişê da û yên ku êriş kirin divê bi hev re derkevin pêşberî edaletê."
Di êrişa nexweşxaneya rûsî ya li Helebê de ji xeyrî du bijîşkên rusî 3 welatiyên helebî jî jiyana xwe ji dest dabûn û bijîşkekî rûsî jî bi giranî birîndar bibû.
Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rûsya bi tu awayî bi rêxistina Talîbanê re hevdîtinan pêk nayîne û piştgiriyê nadê. Herwiha Rûsya û Afganistan di mijara hevkariya leşkerî ya teknîkî de li ser hinek peymanan li hev kir."
