13:43:11
Rojava News: Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar da ku di sala pêş de ji bo pêdiviyên koçberan 28 milyon euro weke alîkarî bide Herêma Kurdistanê.
Li gorî nûçeyeke Rûdawê Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê yê li YE Dilawer Ajgeyî diyar kir ku YE ji bo alîkariya koçberên Iraqê wê 50 milyon euro terxan bike û dest nîşan kir ku 28 milyon euroyên ji wî pereyî jî wê bide Herêma Kurdistanê.
Ajgeyî daxuyand ku YE biryar daye ku alîkariya xwe ya ji bo koçberên Herêma Kurdistanê hîn zêde bike.
Her wiha hat diyar kirin ku Fona Alîkariyê ya Welatên Hevalbend ên Sûriyeyê jî ji bo alîkariya koçberan wê nûnerekî xwe bişînin Hewlêrê.
Tê gotin ku nêzîkî milyonek û 800 hezar koçber ji ber şerê DAIŞê reviyane û hatine Herêma Kurdistanê.
