10:31:53
Rojava News: Rayedarê Navenda Lêkolînê ya Îslamê û Ereban ku li Moskovayê ye Borîs Dolgov ragihand ku biryara rakirina Amerîkayê ya kêmkirina çek dayîna komên muxalîfan dê pevçûnan dirêjtir bike û li dijî çareserkirina şerê li Sûriyeyê ye.
Dolgov biryara rakirina, kêmkirina çekan bo Muxalîfên Suriyeyê, ya Seroko Amerîkayê Barack Obama nirxand û got: ‘Obama beriya çûna xwe di serî de rewşa Helebê û Sûriyeyê dixwaze biguherîne.
Lê Artêşa Sûriyeyê serkeftin li ser serkeftinan bidest dixe. Îslamên Radikal hindik mane têk biçin, erd winda dikin û mîlîtanên wan çek diberdin û direvin. Obama ji bo vê rewşê biguherîne û muxalîfên ku dijî Esad şer dikin, arîşên wan zêde bike, biryarek wiha girt.'
Dolgov destnîşan kir ku ev biryar şerê li Sûriyeyê dirêjtir bike û wiha pê de çû: ‘Ev biryar wek ku mirov petrol li agir bike û hewldanên alîkariya mirovî yên Wezareta Karên Derveyê ya Rûsyayê û rêvebiriya leşkeri ya Sûriyeyê rîayet nake.
Rayedarê Navenda Îslamê balê kişand ser rêvebiriya Amerîkayê ku amadekariya çûnê dikin, biryara sevqiyata çekan bo Sûriyeyê dibe ji aliyê rêvebiriya nû ve bê betalkirin.
