Li Nijeryayê du êrişên xwekujî: Herî kêm 56 mirî

Li Nijeryayê du êrişên xwekujî: Herî kêm 56 mirî

10:38:09

 

Rojava News. Hate ragihandin ku li Nîjeryayê du êrişên xwekujî pêk hatine û di encamê de jî 56 kesan jiyana xwe ji dest dane. Tê payîn ku êrişan rêxistina Boko Haramê pêk anîtiye.

Di êrişên li bazara bajarê Madagaliyê ku dikeve bakurê rojhilatê welêt pêk hat de 56 kesan jiyana xwe ji dest dan 57 kes jî birîndar bûn.

Yusuf Mûhammed ku rêvebirek herêmiye diyar kir ku di encama êrişan de 56 kes mirine, 57 kes jî birîndar bûne. Çavkaniyên artêşê jî daxuyandin ku êriş bi ewayek koordîne pêk hatine Mîlîtanên Boko Haramê ji sala 2009an vir ve bi taybetî li herêmên bakurê rojhilatê sînorê welatên Nîjer û Çadê êrişan pêk tînin.

Artêşa Nîjaryayê di demen dawî de bi operasyonên hevpar ziyanên mezin gihandibûn rêxistinê.