Rûsya: Di mijara Helebê de me bi DYAyê re li hev nekir!

Rûsya: Di mijara Helebê de me bi DYAyê re li hev nekir!

11:47:52

 

Rojava News: Wezîrê Karên Derve Rûsyayê Sergey Ryabkov, destnîşan kir ku pisporên rûs û amerîkî yên ku roja şemiyê li Cenevreye hatin ba hev li ser ti tiştan li hev nekirin.

Ryabkov diyar kir ku pêşketin gelekî 'hêdî' ye. Ryabkov di daxuyaniya xwe ya Sputnîkê de got: 'Hin pêşketin çêbûn lê hêj lihevkirinek tune ye. DYA li qada şer dixwaze şert û mercan li gorî berjewendiyên xwe bikar bîne.'