23:19:12
Rojava News: Wezîrê Karên Derveyê ya Rûsyayê Sergey Lavrov destnîşan kir ku Washington bo rêvebiriya Serokê Sûriyeyê Beşar Esad hilweşîne piştgiriya terorîstên El Nusrayê dike, ji bo baweriya vê yekê jî sedemên wi yên berbiçev hene.
Lavrov ragihand ku Rûsya li dijî terorîzmê hewldanên mezin pêk tîne û hêvî dikin bi Amerîkayê re jî li hev bikin, lê dîsa jî hin pêşveçûn bidestxistine.
Wezîr Lavrov eşkere kir ku di destê me gelek mînakên El Nusra her gav xwe ji êrişên koalîsyona navneteweyî xilas dikin hene û wiha pê de çû:
"El Nusra li herêmê hêza herî bi bandore ku li hemberî hikûmetê ye û gelek delîl di destên wan de hene ku ji bo hikûmeta Sûriyeyê hilweşîne tê parastin."
