Avûstûrya: Divê PKK ji bo armancên siyasî çalakiyên terorîstî neke!

Avûstûrya: Divê PKK ji bo armancên siyasî çalakiyên terorîstî neke!

11:42:01

 

Rojava News: Wezîrê Derve yê Avûstûryayê Sebastian Kurz got; “Ji aliyê PKKê ve jî bên kirin, nabe em li hember kiryarên terorîstî bê deng bin. Divê PKK ji bo armancên siyasî kiryarên terorîstî pêk neyne.”

 

Piştî civîna Wezîrên Derve yê Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brûkselê, Wezîrê Derve yê Avûstûryayê Sebastian Kurz ji rojnamevanan re axivî û diyar kir, “Nabe em li hember êrîşên terorîstî bê alî bin. Heta ev hewldan ji aliyê PKKê ve ji bo armancên siyasî jî hatibine kirin.”

 

Kurz daxuyand, ku li Ewropayê hinek alî dilsoziya PKKê dikin lê ti h3eceta çalakiyên terorîstî nîne û divê Ewropa jî di vê mijarê de helwesta xwe eşkere bike.

 

Sebastian Kurz got; “Di teqînên li Stenbolê de zêdetirî 40 kesan jiyana xwe ji dest dan. Em bi tundî vê êrîşa terorîstî şermezar dikin. Bi nêrîna min, nabe em li hember hewlên terorîstî yên PKKê bê deng bin. Divê em bizanin, ku navê PKKê di nav lîsteya terorê de ye. Ji ber vê yekê, ti tiştek nabe hêcet, ku ji bo armancên siyasî kirdarên terorîstî bên kirin.”