Pevçûnên li Ukraynayê ji nû ve dijwar bûn

Pevçûnên li Ukraynayê ji nû ve dijwar bûn

Rojava News: Li Ukraynayê pevçûnên di navbera komên Rûs ên alîgirên serxwebûnê û artêşa Ukraynayê de, dijwar bûn. Komên Rûs, ji bo bajarê benderê yê dawî yê rojhilat Marîûpolê bi dest bixin, duh dest bi êrîşê kirin. Di pevçûnên li ser vê êrîşê qewimîn de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

 

Bajarê Marîûpol ji ber ku ku bajarekî mezin ê li rojhilatê Ukraynayê ye û di bin kontrola rêveberiya Kîevê de ye, girîng bû. Bajarê ji 500 hezar şêniyî, di navbera nîvgirava Qirim a Rûsyayê tevî xwe kiriye û Rûsyayê de nuqteyeke girîng a girêdanê ye. Qirim hînê di gelek mijarên weke elektrîk û ragihandinê de bi Ukraynayê ve girêdayî ye.

 

Rêveberê Komara Gel a Donetskê ku ji aliyê komên Rûs ên alîgirê serxwebûnê ve hat avakirin Aleksander Zakarçenko, duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku li hemberî Marîûpolê êrîşek hatiye destpêkirin.

 

Di pevçûn û bombebarana piştî êrîşa milîsên Rûs de tê gotin ku herî kêm 30 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Lîderê alîgirên serxwebûnê Zakarçenko ji mirina sivîlên ji ber fuzeya li herêmeke sivîlan ketî, rêveberiya Kîevê berpirsyar dît. Ji Kîevê jî daxuyaniyên berevajî vê îdîayê tên.

 

Pevçûnên di navbera Ukrayna û milîsên Rûs ên alîgirên serxwebûnê de, di bihara par de destpê kiribûn û beşeke girîng a herêmên Donetsk û Lûhansk ji bin kontrola kîevê derketibûn. Ji ber pevçûnan zêdeyî 630 hezar mirov di nava welêt de ketin rewşa penaberiyê, zêdeyî 590 hezar mirov di serî de Rûsya koçî welatên din kirin.

 

Di pevçûnan de heta niha herî kêm 5 hezar 100 kesî jiyana xwe ji dest dane.