Dirêjkirina Rewşa Awarte li Fransayê tê rexnekirin

Dirêjkirina Rewşa Awarte li Fransayê tê rexnekirin

 

Rojava News: Rêxistina Çavderiya Mafên Mirovan û Rêxistina Navnetewî ya Efûyê 5emîn car dirêjkirina maweya Rewşa Awarte li Fransayê rexne kir.

Nûnerên her du rêxistinên navnetewî bi daxuyaniyên xwe ragihandin ku dê dirêjkirina maweya rewşa awarte heta 15ê li Fransayê zirarê bide mafên mirovan û prensîbên dewleta hiqûqê.

Dîrektorê Têkoşîna bi Terorê re yê Rêxistina Çavderiya Mafên Mirovan Nadim Houry got, "Asayîbûna dirêjkirina maweya rewşa awarte dê ji bo demokrasiya ku bingeha xwe ji dewleta hiqûqê distîne re bibe xeteriyeke mezin."

Dîrektorê Rêxistina Navnetewî ya Efûyê Jonn Dalhuisen jî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser kiryarên bêhiqûqî yên rewşa awarte û wiha axivî: "Kiryarên bikaranîna hêza bêpîvan rêjeya binpêkirinên mafên mirovan zêdetir dikin.

Bijardeya ewlekarî yan xwedîderketina mafan ji bo hemwelatiyên Fransî kiryareke nerast e."