07:25:12
Rojava News: Rojnamevanê navdar ê rûs Sergey Brîlov di axaftina xwe ya Rossiya 1ê de destnîşan kir ku hikumetên Moskow û Enqereyê li Sûriyeyê bi hevre mijarek girîng çareser kirin.
Brîlov diyar kir ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn cara çaremîn di rêza yekemîn ya 'mirovên herî bi hêz yên cîhanê' de ya kovara Forbesê de ye û got: 'Kovar dibêje: Heta hilbijartina Amerîkayê, serokê rûs tiştên ku dixwaze bi dest xist.'
Brîlov got: 'Serokomar Tayîp Erdogan jî kete rêza kovarê lê di rêza 56emîn de bû. Divê em bi vê yekê baş bizanibin ku Erdogan piştî ku têkiliyên xwe û Pûtîn sererast kir kete rêza kovarê.
Moskowa ne bi Washington bi Enqereyê re cara pêşî pirsgirêkeke global çareser kirin. Pirsgirêk jî pirsgirêka veguhestina milîtanên Helebê bû.'
