Kujerê her sê jinên PKKyî mir

Kujerê her sê jinên PKKyî mir

12:14:16

 

Rojava News: Omer Guneyê kujerê her sê jinên PKKyî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, li Parîsê mir.

 

Li gorî nûçeya malpera BFM ku ji zarê berpirsan hatiye belavkirin, Omer Guney ji mejiyê xwe nexweş bûye û roja Şemiyê li Nexweşxaneya Pitie-Salpetriere ya Parîsê miriye. 

 

Yek ji serkirdeyê diyar û damezrênera PKKê Sakîne Cansiz û hevalên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez roja 9ê Çileya 2013ê, li Parîsê hatibûne terorkirin. 

 

Serdozgeriya Duwemîn a Parîsê di gilînameya xwe de weke gumanbarê sereke derbarê kujerên Sakîne Cansiz û hevalên wê de, biryara darizandinê dabû.

 

Dadgeha Omer Guney dê di navbera 23ê Çile û 24ê Sibata 2017ê li Parîsê bihata kirin.