Rojava News: Misrê nehişt ku kurê serokê El-Qaîdeyê yê berÊ Usama Bin Lain derbasî Misrê bibe. Misrê Omer Bin Ladin li ser daxwaza wî, ew şand Tirkiyeyê.
Piştî derket holê ku kurê çaremîn ê Usama Bin Ladin ê bi navê Omer Bin Ladin(34 salî) di lîsteya kesên qedexekirî de ye, Misrê nehişt derbasî nav axa wê bibe.
Omer li gel hevsera xwe ya brîtanî Zeîne El-Sabah duh ji paytexta Qeterê Dohayê çû paytexta Misirê Qahîreyê. Piştî wê herdû li ser daxwaza xwe hatin şandin bo Tirkiyeyê.
Omer Bin Ladin ê ku welatiyê Erebistana Siûdî ye, pirtûk nivîsîbû ku wî zarokatiya xwe di nav rêxistina El-Qaîdeyê li Afxanistanê buhirandine lê ji sala 2000 ve ji rêxistinê veqetiyaye. Herwiha Bin Ladinê kur û hesera xwe di sala 2007-2008an de li Misirê jiyane û sala 2008an derbasbûna wan bo welatê navborî hatiye qedexekirin.
Di sala 2010an Omer Bin Ladin bi Reutersê re axivîbû û diyar kiribû ku ew dixwazin bibin "welatiyên baş ên dinyayê" lê ji ber bavê wan ne wisa ye û serokê El-Qaîdeyê ye, gelek pirsgirêk ji wan re derdikevin."
Herwiha Omer diyar kiribû ku ti kes ji birayên wî ne endamên El-Qaîdeyê ne û ew dixwaze birayên xwe bîne cem hev. Usma Bin Ladin ê ku tê bawerkirin ku mejiyê êrîşên 11ê Îlonê be, di sala 2011an li Pakistanê ji aliyê yekîneyên taybet ên Amerîkayê ve hatibû kuştin.
