Li Chicagoyê êrişên çekdarî: 9 kuştî 26 birîndar

Li Chicagoyê êrişên çekdarî: 9 kuştî 26 birîndar

12:02:23

 

Rojava News: Li bajarê Chicago yê Amerîkayê di êrişên çekdarî yên dawiya hefteyê de 9 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.

Amerîkayê di êrişên çekdarî yên dawiya hefteyê de 9 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.

Ofîsa çapemenî ya polêsên Chicagoyê derheqê bûyerên dawiya hefteyê ku ji roja înê hetanî êvara yekşemê li bajêr qewimîn daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di bûyerên êrişên çekdarî yên dawiya hefteyê de li bajarê Chicagoyê 9 kes hatin kuştin, zarokên 9 û 15 salî jî di nav de 26 kes jî birîndar bûn.

Yek ji êrişa çekdarî li maleke herêma Fernwood a başûrê bajêr pêk hat. Polêsên ku piştî bûyerê çûnê herêmê rastî cenazeye 2 jin û 2 mêran hat. derheqê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.

Yek ji bûyerên din jî li otobusa kêfê ya ku ciwan eleqeyeke mezin nîşan didin pêk hat. Li herêma Lake Shore Drive di otobusa ku diçû de di navbera rêwiyên wê de gengeşî derket, piştî gengeşiyê 3 kes bi çekan hatin birîndarkirin. Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan.

Li bajarê Chicagoyê îsal di şer û pevçûnên çekdarî de 701 kes hat kuştin û nêzî 4 hezar û 50 kesî jî birîndar bûn