Pûtîn: Êrîşeke xayin hatiye pêkanin!

Pûtîn: Êrîşeke xayin hatiye pêkanin!

Rojava News: Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn li ser kuştina Balyozê Enqerê Andrey Karlov daxuyaniyeke tund da. Pûtîn got, 'Andrey Karlov bi xayinî hatiye kuştin.' 

Pûtîn daxuyakirin ku dê Rûsya bi kuştina Andrey Karlov re têkoşîna dijî terorê bihêztir bike û got, 'Kuştina balyozê Tirkiyê yê Rûsyayê provokasyoneke li dijî pêwendî û hewildanên çareseriya Sûriyê ye ku bi Tirkiyê re têne kirin.'