Pûtîn derbarê hevkariya bi Tirkiye - Îranê ya bo Sûriyeyê de agahî da

Pûtîn derbarê hevkariya bi Tirkiye - Îranê ya bo Sûriyeyê de agahî da

 

Rojava News: Sekreterê Rêxistina Peymana Ewlehiya Kolektîf (RPEK) Nîkolaya Bordyuja ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji serokên ku beşdarî civîna Konseya Ewlehiya Kolektîf ya RPEKê re behsa hevkariya li Sûriyeyê ya bi welatên Tirkiye û Îranê re kir

Sekreter Bordyuja, pirsên rojnamevanan bersivand û diyar kir ku Pûtîn derbarê rewşa dawî yê Sûriyeyê ku gavên bo îstîqrarê biavêjin, di vê mijarê de hevkarî bi Tirkiye û Îranê re de agahiyan da.

Bordyuja, destnîşan kir ku di civînê de mijarên terorî, bi taybetî jî di demen dawî de çalakiyên hucreyên terorîstan yê li welatên RPEKê de hatiye axaftin û tevdîrên bêbandorkirina van hucreyan hatiye nirxandin.