21:52:48
Rojava News: Ajanê berê yê CIAyê Robert Bear got ku Amerîkayê Tirkiye ji dest daye û dê ev jî ji bo polîtîkaya derve ya Amerîkayê ne baş be.
Robert Bear di televizyona CNN de, rêkeftina Moskowê ya li ser Sûriyê ku di navbera Wezîrên Derve yên Îran, Rûsya û Tirkiyê de hatiye kirin bi bîr xist û got, "Ev civîna ku li Moskowê di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de hatiye kirin, ji me re dibêje, ku em gelekî mijara Sûriyê bûne.'
Ajanê CIAyê bal kişand ser ku ji ber piştevaniya Washingtonê ya leşkerî bo hêzên Kurd Tirkiye ji Amerîkayê bêzar bûye û wiha got: "Amerîkayê Tirkiye ji dest berdan û ev dê ji bo polîtîkaya derve jî nebaş be."
