Di şeva cejnê de agir berdane parsekekê

Di şeva cejnê de agir berdane parsekekê

 

Rojava News: Polîsên Almanyayê şeş ciwanên Sûrî û  keseke Lîbyayî girtine ku hewldabûn agirî berdene parsekekê li Berlînê de.

 

Rojnameya “Bz”ya Almanî 27.12.2016ê belavkirin ku polîsan  şeş penaberên Sûrî û Lîbyayîyek girtine.

 

Girtina wan heft kesên ereb piştî belavbûna girteya vîdeoyî û çend wênan hatiye ku têde wan heft kesane şeva dayîkbûna Hz. Mesîh de agir berdidine parsekekê li nav stasyona metroyê li bajarê Berlînê de.

 

Medyayên din yê Almanya behsa vê yekê dikin ku piştî belvbûna girte û wêneyên wan heft kesane bixwe cûne cem polîsan û xwe teslîm kirine.