Amerîka bo cara sêyemîn bang li PKKê kir: Ji Şingalê derkeve!

Amerîka bo cara sêyemîn bang li PKKê kir: Ji Şingalê derkeve!

12:53:10

 

Rojava News: Amerîka cardin bang li PKKê kir hêzên xwe ji devera Şingalê ya Kurdistana Başûr derxîne.

 

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka, di civîneke rojnamevaniyê de bersiva pirsa peyamnêrê televîzyona K24 derheqê hebûna PKKê li Şingalê de da û got, PKK di nav lîsteya rêxistinên terorîstî de ye ji ber wê jî nabe li Şingalê bimîne.

 

Mark Toner her wiha got, divê hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê bo derxistina PKKê li hev bikin ji ber ku PKKê li hember nûavakirina Şingalê, asteng e.

 

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka anî ziman ku divê Şingalê were avedankirin û xelkê wê deverê bikarin vegerin bajar û malên xwe.

 

Amerîka beriya niha du carên din jî gazî PKKê kiribû ji Şingalê derkeve.