13:07:16
Rojava News: Amerîka daxwaza Hêzên Sûriyeya Demkratîk a ji bo mûşekên li dijî balefiran red kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Mark Toner raghand, ew ti mûşekên li dijî balefiran nadin opozîsyona Sûriyê.
Toner got: “Me ti sîstemên berevaniya asmanî yên li ser milan tê hilgirtin nedane opozîsyona Sûriyê, helwesta me derbarê wî çekî de nehatiye gohertin û metirsiyên me hene ku ev core çek bigihîne Sûriyê.”
Herwiha Rûsya jî ragihandibû ku, Amerîkayê çekên li dijî balefiran daye opozîsyonê û ew jî gefeke li hêzên wan yên Sûriyê, lê Amerîkayê ew yek red kir.
Berdevkê HSDê Telal Silo berî demekê daxwaz ji Amerîka kiribû ku di pêşerojê de çekên li dijî balefiran bidin wan, ku xwe ji êrîşên asmanî biparêzin, ji ber ku dijminên wan bi balefiran êrîşî wan dike.
