Rojava News: Berdevkê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê John Dorrian ragihand, ew PKKê weke rêxistineke terorîstî nas dikin û ji ber wê yekê jî piştgirî nadin wê grûpê. John Dorrian herwiha got, ti guhertin di plana şerê Mûsilê de nehatiye kirin.
John Dorrian îşev 28ê Kanûna 2016ê di pêwendiyeke vîdyoyî de beşdarî di bultena nûçeyan a saet 20:00an a telezviyona Rûdawê de kir û derbarê şerê Mûsil û Reqayê û herwiha hebûna hêzên PKKê li Şingalê de axivî.
Dorrian derbarê operasyona kontrolkirina Mûsilê de ragihand, heta niha plana şerê Mûsilê her weke xwe ye û ti guhertin di plana kontrolkirina Mûsilê de nehatiye kirin.
Dorrian got, hêzên iraqî li Mûsilê li ser pêşveçûna xwe berdewam in.
Berdevkê hêzên hevpeymanan li ser alîkariyên hevpeymanan bo hêzên iraqî di şerê Mûsilê de jî axivî û diyar kir: “Hêzên me rasterast beşdariyê di şerê Mûsilê de nakin, lê belê weke şêwirmendên leşkerî berdewam dibin, ev jî pêngaveke gelek giring e. Em di şerê li dijî DAIŞê de, şêwirê û zanyariyên didin hêzên iraqî.”
John Dorrian derbarê hebûna hêzên PKKê li Şingalê de jî bersiva pirsyarke Rûdawê da û ragihand: “Li cem me PKK rêxistineke terorîstî ye û em piştevaniyê lê nakin. Her ji ber wê jî em bi hêzên iraqî û Herêma Kurdistanê re hemahengiyê dikin, bo vegera koçberên bo deverên xwe.”
Dorrian ew yek jî aşkere kir, ku ew piştgiriya wan aliyan jî nakin, ku piştevaniyê li PKKê dikin.
Dorrian li ser vê miarê wiha got:
“Em piştevaniyê li ti kes û hêzekê jî nakin, ku piştgiriya PKKê bike. Em tenê alîkariya hêzên iraqî û hvepeymanên xwe yên li Sûriyê dikin, bo têkşikandina DAIŞê.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye, ku hebûna hêzên PKKê li Şingalê bûye sedema nebûna îstiqrar û ewlehiyê û li pêşiya vegera xelkê bo cih û warên xwe jî astengek mezin e.
Herwiha Amerîkayê jî ragihandiye, ku ew piştgiriyê didin helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û daye xuyakirin, ku ti cihê PKKê li Şingalê nîne û nabe PKK li wê deverên bimîne.
