Rojava News: Her çend jî dewleta Tirkiyê endamê hevpeymaniya navnetwî ya dijî DAIŞêye, lê belê di operasyona Mertala Firat de hêzên hevpeymanan bi ti awayekê arîkariya Tirkiyê ji bo lêdanan DAIŞê nakin.
Berê niha serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di gotarekê de rexne li hêzên hevpeymaniyê girtibû ku arîkariya komên terorîstî (yek ji wan rêxistina DAIŞê jî) di nav Sûriyê de dikin, Îro rojnameya Milliyetê jî gotinên Erdogan piştrastkirin.
Rêveberê ofaîsa rojnameya Milliyet di Enqerê de, Serpil Çevîkcan di gotarekê de aşkere kir ku balafirên hêzên hevpeymaniyê bi ti awayekê arîkariya artêşa Tirkiyê ji bo lêdana DAIŞê nakin.
Amaje bi vê yekê jî kiriye ku li 20.11.2016ê ve hata niha hêzên hevpeymanan bi ti awayekê li sînorê ku artşa Tirkiyê tê de operasyona Mertala Firatê pêk anîne li dijî DAIŞê êrîşên esmanî pêk neanîne.
Li gor agahiyên ku ketine destê wê berpirsê de dezgehên leşkerî yên Tirkiyê balafirên hevpeymaniyê agahdarkirine ji bo lêdana binkeyên DAIŞê lê wan gotine ku ev yeke pêk nayêt û guncav nîne.
