Kolombiya: Ji bo gerîlayan efû derket

Kolombiya: Ji bo gerîlayan efû derket

 

 

Rojava News: Li Kolombiyayê ji endam û gerîlayên Hêzên Çekdarên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) efû hat derxistin.

 

Herdu baskên Kongreya Kolombiyayê yên Meclisa Nûneran û Senatoyê di çarçoveya peymana aştiyê de ji gerîlayên FARCê yên tevlî tawanên giran û binpêkirina mafên mirov nebûne re efû derxist.

 

Li gorî yasaya efûyê, kesên ku tevlî tawanên şerî û binpêkirina mafên mirovî bûne dê ji derveyê efûye bimînin.

 

Gelê Kolombiyayê di Cotmeha 2016an de peymana ku di navbera hikûmetê û FARCê de hatibû îmzekirin bi referandumê red kiribû.

 

Hikûmeta Kolombiyayê û rêxistina FARCê di 24ê Mijdarê de peymaneke nû îmze kiribû û ew peyman di 30ê Mijdarê de di Meclisa Nûneran de hatibû qebûlkirin.

 

Bi helkefta vê rêkeftinê Xelata Aştiyê ya Nobelê dabûn Serokê Kolombiyayê Jose Manuel Santos.