Rojava News: Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad (Khalilzad) derbarê rewşa Iraq û Sûriyê de hişyariyên girîng da serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump.
Li gor hevpeyvîna The National Interestê Zalmay Xelîlzad ji Donald Trump re gotiye: “Metirsiya herî mezin li Rojhilata Navîn e, bi taybetî jî li Iraqê û Sûriyê ye. Ev herdu welat her diçe lawaztir dibin û hindik mayê axa wan perçe bibin.”
Zalmay Xelîlzad amaje kir ku Rûsya û Çîn dixwazin bibin hêzên desthilatdar ên cîhanê û wiaha domand: “Herdu welatên planên xwe amade kirine. Çîn li ser gavên Amerîkayê paşve bavêjin planan dikin û vediguherine berjewendiyên xwe. Welatên girîng ên cîhanî jî ji bo vê desthilatdariyê welatên li Rojhilata Navîn ber bi perçekirinê ve dehf didin.
Bi midexaleyên hêzên derve Iraq û Sûriyê bûne çavkaniyên terorê û hewl didin li herdu welatan agir gurtir bibe.”
Xelîlzad diyar kir ku sûdê ji teknolijiyê distînin û ragihand: “Bi saya aboriya xwe ya bihêz piştgiriya rêxistinên û komên terorist dikin bi mesrefên biçûk jî raman û polîtikayên xwe li ser xelkê ferz dikin.”
Balyozê berê yê Amerîkayê anî ziman Amerîka hê jî hêza herî mezin a cîhanî ye û wiha pê de çû: “Lê guhertin hene, hinek dewlet bihêz dibin, lê mixabin Amerîka weke xwe dimîne û pêş de naçe.”
Xelîlzad herwiha got, di destê Trump de zêde vebijer nîne û ew dikare bi siyaseteke zelal ji heq derbikeve.
