12:29:07
Rojava News: Hikûmeta Îtalyayê biryar da penaberên ne yasayî bi komî rêbike welatên wan.
Fermandarê polîsê Îtalayê Franco Gabreelî daxwaz ji hêzên ewlehiyê kiriye ku hemû penaberên ne yasayî yên li Îtalyayê bigrin.
Li gor plana hikûmeta Îtalya, berî wan penaberan vegerînin welatê wan 16 qamp bo wan hatine ava kirin.
Wezareta navxwe ya Îtalyayê ragehand, ku hejmara penaberan berdewam zêde dibe, ku bi awayeke qaçax û bi qayîxan xwe gehandine Îtalyayê.
Li gor çapemeniya Îtalyayê belav kiriye, yek ji sedemên vê biryara hikûmeta Îtalyayê zêdebûna amara tawane li wî welatî, ku ji aliyê penaberên ve tên pêkanîn û wek nimûne jî şer û êrîşa çekdarî ya li Berlînê ya bajarê Mîlano ya Îtalyayê nîşan didin.
