Donald Trump: Nabe êdî ti kes ji Guantanamo bê derxistin!

Donald Trump: Nabe êdî ti kes ji Guantanamo bê derxistin!

12:37:58

 

Rojava News: Serokê nû yê Amerîka Donald Trump ragihand, nabe êdî ti girtiyek ji girtîgeha navdar a Guantanamo were derxistin.

 

Donald Trump, piştî 15 rojên din bi fermî dibe serokê Amerîka û li ser kursiya ku niha Barack Obama li ser rûniştiye, rûdinê.

 

Trump li ser rûpela xwe ya twîtterê ragihandiye, nabe êdî ti girtiyek ji girtîgeha Guantanamo, ya ku Obama dixwast bi yekdarî bide girtin, were derxistin.

 

Trump sebeba wê gotina xwe jî wiha aniye ziman, girtiyên ku di girtîgeha Guantanamo de ne, pir xeter û metirsîdar in û nabe careke din vegerin meydana şer!

 

Ev daxuyaniya serokê nû yê Amerîka di demekî de tê dayîn ku serokê niha yê Amerîka Barack Obama di destpêka serokatiya xwe de gotibû, ezê wê girtîgehê bigirim ji ber ku ew girtîgeh deqek reş e li ser eniya Amerîka.

 

Lê vê dawiyê Obama, piştî ku rastî dijberiya tûj a Kongirêsê hat û nekarî wê soza xwe bîne cîh got, mixabin min nekarî vê deqa reş ji holê rabikim…

 

Berdevkê Koşka Spî Jush Ernest jî ragihandiye, ew dê hewl bidin beriya ku heyama serokatiya Obama xilas bibe, 19 girtiyên din jî ji Guantanamo derxînin û bişînin girtîgehên Îtaliya, Umman, Erebistana Siûdî û Îmaratê.

 

Girtîgeha Guantanamo, li nav xaka Kûbayê de ye û sala 2002 piştî êrişên 11 Îlona 2001 ji aliyê Amerîka ve hat vekirin. Di wê girtîgehê de niha 70 girtî hene.