21:24:03
Rojava News: Duh şevê li balafirgeha Fort Lauderdale Hollywood li eyaleta Florîdayê de, êrîşeke çekdarî pêk hat û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Îro 07.01.2017ê polîsên ewlehî yên Amerîkayê karîn li heyama kêmtir li 24 demjimêran encamderê çalakiya terorîstî bigirin.
Nave wî êrîşkarî, Esteban Santiago ye û li bajarê New Jersye li dayîk bûye û temenê wî 26 saliye û her li zarokî ve li gel mabata xwe li bajarê Porto Rikoyê de jiya ye.
Estebanê temen 26 salî, li sala 2007ê de bûye karmendê parastina netewî li bajarê Porto Rikoyê lê belê li sala 2010 ve çûye Iraqê û heta sala 2011ê li wî welatî de maye û li sala 2014ê çûye welatê Kanadayê û li wî welatî xizmeta parastina netewî kiriye lê piştî demeke li sala 2016ê de bi sedemeke nediyar, ji bû Amerîkayê tê şandin.
Li gor gotina FBI li herêma Alaskayê, herwaha agahiyên CIA ew ciwane bibû alîgirê DAIŞê.
Hêzên ewlehî yên Amerîkayê karîne bi dengê êrîşkarî, nasnameya wî eşkere bikin û ew êrîşe bi êrîşekî terorîstî hate naskirin.
