Senatorê Amerîkayî: Em li ser serxwebûna Herêma Kurdistanê disekinin

Senatorê Amerîkayî: Em li ser serxwebûna Herêma Kurdistanê disekinin

 

Rojava News: Senatorê Amerîkayê Marco Rubio diyar kir ku Hêzên Pêşmerge ji bo Amerîkayê hevalbendên bihêz in û got em li ser mijara serxwebûna Herêma Kurdistanê disekinin.

Li gorî nûçeyeke Kurdistan24ê Senatorê Amerîkayê Marco Rubio diyar kir ku ew Hêza Pêşmerge ji bo Amerîkayê wek hevalbendeke bihêz dibînin û ew ji bo siberoja herêmê perçeyekî girîng e.

Rubio di derbarê mijara serxwebûna Herêma Kurdistanê de jî destnîşan kir ku ew daxwaza serxwebûnê ya hikumeta Herêma Kurdistanê baş fêm dikin û got em li ser vê mijarê disekinin.

Senatorê Amerîkayî Rubio her wiha derbirî ku divê em ligel vê mijarê li ser mijara DAIŞê jî bisekinin.