10:29:23
Rojava News: Serokê nû yê Amerîkayê, Donald Trump hemû carê bi nivîsekê li pêgeha taybeta xwe ya Twitterê de, medyayên cîhanê bixwe ve mijûl dike.
Nivîsa vê carê ya Turmp bûye manşêta saît û rojnameyên cîhanê.
Trump her di dema propagendaya hilbijartina serokatiya Amerîkayê de jî, di vê bawriyê de bûye ku pêwîste Amerîka û Rûsya peywendiyên baş li navber xwe de hebin û ev dijî siyaseta Amerîkayê bûye li ser mijara Rûsyayê û li gor wî dikarin li gel Rûsyayê gelek arîşeyan çareser bikin.
Di nivîsa xwe ya taze de ku li Twittêra xwe de belav kiriye Trump wan kesên ku li dijî başbûna peywendiyên Amerîka û Rûasyayêne, bi şêt û ehmaq dizane.
Trump dinivîse ku li gel Rûsyayê dikarin gelek arîşeyên cîhanê, çareser bikin û başbûna peywendiyên di navber Amerîkayê û Rûsyayê de ti tişteke xirab nîne û tenê ev kesene ku şêt û ehmaqin li vê baweriyê de ne ku nabe peywendiyên beş di navber Amerîka û Rûsyayê de hebe.”
