Bi reyên fermî 2 hezar û 672 penaberên sûrî gihiştine Ewropayê

Bi reyên fermî 2 hezar û 672 penaberên sûrî gihiştine Ewropayê

10:41:09

 

Rojava News: Komisyona Ewropî hin amarên taybet bi penaberan belav kir. Di van amaran de behsa penaberên sûrî jî dike, ku bi awayekî fermî û yasayî gihiştine welatên Ewropayê.

 

Hin dezgehên medyayî yê ewropî ev amar belav kirine. Tê de hatiye diyarkirin, ku li gorî rêkeftina navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê, gelek penaberên sûrî bi awayekî yasayî gihiştine welatên Yekîtiya Ewropayê.

 

Li gorî lîsteya Komisyona Ewropî, welatên Ewropayê sala 2016an pêşwaziya 2 hezar û 672 penaberên sûrî kiriye, ku bi fermî ji Tirkiyê gihiştine Ewropayê.

 

Ji wan jî hezar û 60 penaber gihiştine Almanyayê, 438 penaber gihiştine Fransayê, 409 penaber gihiştine Hollandayê.

 

Herwiha 801 penaber jî nehatine pêşwazîkirin û berovajî ew ji bo Tirkiyê hatin vegerandin, ku bi awayekî neyasayî gihiştibûne Yewnanîstanê.