Serokwezîra Brîtanya: Em ji Yekitiya Ewropa derdikevin!

Serokwezîra Brîtanya: Em ji Yekitiya Ewropa derdikevin!

Rojava News: Serokwezîra Brîtanya Theresa May, diyar kir: ‘’Em ji Yekitiya Ewropa derdikevin, lê pirsgirêk emê peyvendiyeke çawa avabikin ew e.’’

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ragehand ji Yekitiya Ewropayê (YE) derdikevin û ew bixwe jî ji bo hin beşên YEyê bi parêze ti hewldanekê nîşan nade.

Di sala nû de serokwezîra Brîtanyayê Theresa May hevpeyvînek li gel Sky Newsê pêkanî û diyar kir: ‘’Brîtanya ji Ewropayê na, ji Yekitiya Ewropayê cuda dibe.’’

Herwaha got: ‘’Em êdî bi wî awayî dikarin zagonên xwe bixwe kontrol bikin. Em YE yê derdikevin’’

Theresa May got: ‘’Em êdî nabin endamê YE yê. Lê pirsgirêk ew e, dema em jê derketin di navber YE û Brîtanya de peyvendiyek rast dê çawa ava bibe, em li wê rêyê digerin. Lê derbarê ji YE yê derketinê de em zelal in.’’