Mikurhatina Kerry li ser rêkeftina Rûsya û Amerîkayê

Mikurhatina Kerry li ser rêkeftina Rûsya û Amerîkayê

Rojava News: Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry agirbesta Rûsya û Amerîkayê ya ji bo Sûriyê bi bîr xist ku êrîşên koalîsyonê yên ser leşkerên Sûriyê zirarê dan agirbesta ku hatibû ragihandin.

Kerry li konferansa Enstîtuya Peace ya Amerîkî mikur hat ku Washington di çarçoveya agirbestê de ji bo cudakirina muxalîfên nermrê ne cidî ye û wiha axivî: "Dihat pêşbînîkirin ku rêkeftina agirbestê heta demekê bi awayekî bêdeng were birêveçûn. Lê di roja 5an a agirbestê de me 70 leşkerên Sûriyê dan ber bombardimanê. Rûsan li ser vê yekê bawer kir ku em di cihêkirina El Nûsrayê ji muxalîfên din ne cidî ne û heta wan xwedî jî dikin. Piştre jî TIRên alîkariya mirovî hatin bombardiman kirin û agirbest ber avê re çû.'

Kerry got ku di heyama Obama de di pêwendiyên bi Rûsyayê re de pêşveçûn çêbûne û da zanîn ku hê jî di mijarên girîng de zemîna lihevkirinê heye ku wan kariye di tehlîyekirina çekên kîmyewî û peymana Parîsê de hevkariyê bikin.

Hevpeymaniya bi pêşengiya Amerîkayê 17ê Îlon a 2016an bi bombardimankirina çeperên artêşa Sûriyê ku wek ‘qeza' bi nav kiribû û 62 leşkerên Sûriyê hatibûn kuştin, herî kêm 100 leşker jî birîndar bûbûn.