Rojava News: Serokomarê Fransayê François Hollande, ji Tirkiyê xwest ku ew rastiya iddîayên li ser komkujiya ermeniyan nas bike.
Serokomarê Fransayê François Hollande, beşdarî xwarina Konseya Birêvebirina Rêxistinên Ermenî yên li Fransayê bû ku salane birêve diçe û got: “Divê hewlên dîtina rastiyê berdewam bikin. Ez bawer dikim ku, dê salvegera sedemîn, di naskirina qirkirinê de bibe qonaxeke nû.”
Hollande anî ziman ku êdî dema şikandina hinek sînoran hatiye û divê Tirkiye û Ermenistan, rûpelekî nû vekin.
Holand, di axaftina xwe de bal kişande ser daxuyaniya sersaxiyê ya Erdoxan ku par hatibû kirin û got, ku wê demê wî pêşwazî li wê daxuyaniyê kiribû û divê berdewamiya wê jî were.
Serokomarê Fransayê, dê 24ê Nîsanê ji bo beşdarbûna bîranîna sedsaliya qirkirinê, seredana Yêrîvanê bike.
