Li Yûnanistanê ji ber nebûna cih penaber xistin nava keştiya şer

Li Yûnanistanê ji ber nebûna cih penaber xistin nava keştiya şer

10:26:40

 

Rojava News: Hat ragihandin ku li kampa Moria ya Girava Midilliya Yûnanistanê ji ber nebûna cih penaberên ku di çadiran de diman xistin nava keştiya şer a Fermandariya Deryayî ya Yûnanistanê.

Hat ragihandin ku li kampa Moria ya Girava Midilliya Yûnanistanê ji ber nebûna cih penaberên ku di çadiran de diman xistin nava keştiya şer a Fermandariya Deryayî ya Yûnanistanê.

Berpirsên Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên xwebexş ragihandin ku penaberên li giravê di nava şertên zor û zahmet de di çadiran de dijîn û banga alîkariya lezgin kirin. Piştî banga lezgîn a NY û saziyên xwebexş, bi dîrektîfa Serokwezîrê Yûnanistanê Aleksis Çipras keştiya şer a bi navê Lesvos çû giravê.

Li gorî zanyariyên berdest, keştiya şer a Lesvos çû Girava Midilliyê. Di keştiyê de têra 500 kesî cih û yekîneyên tendirustî heye.

Hat ragihandin ku li Girava Midilliyê zêdetirî 3 hezar penaber hene û bi înîsiyatîfa berpirsên Neteweyên Yekbûyî (NY) 130 kesên ku ji nexweş û ji zarokan pêk dihat li otelên giravê bicih kirin.