Li Nikaraguayê mêr bû Serokê Dewletê û hevsera wî jî bû cîgir

Li Nikaraguayê mêr bû Serokê Dewletê û hevsera wî jî bû cîgir

10:32:18

 

Rojava News: Li welatê Latîn Amerîka li Nîkaraguayê Daniel Ortegayê 71 salî ji bo cara sêyemîn bû Serokê Dewletê û sond xwar. Hevsera Ortega Rosario Murillo jî wekî cîgirê Serokê Dewletê hat hilbijartin.

Li welatê Latîn Amerîka li Nîkaraguayê Daniel Ortegayê 71 salî ji bo cara sêyemîn bû Serokê Dewletê û sond xwar.

Hevsera Ortega Rosario Murillo jî li paytextê Nîkaraguayê li Managuayê di hilbijartina de bi ser ket û wekî cîgira Serokê Dewletê hat hilbijartin.

Bi vî awayî di dîroka wî welatî de cara yekemîn mêr bû Serokê Dewletê û hevsera wî jî bû cîgirê wî.

Hevsera Serokê Dewleta Nîkaraguayê Rosario Murillo di merasîma sondxwarinê de got: "Ez dixwazim ji jinên nîkaraguayî re bêjim em li vir in. Em bi hev re bi pêş dikevin û cihê ku em heq dikin em ê bi dest bixin û pêşerojek li pêşiya me ye."

Li welatê Nîkaraguayê di meha mijdarê hilbijartin hatibûn lidarxistin û Daniel Ortega di hilbijartinê de ji sedî 72.5ê dengan bi dest xistibû û hevsera wî ku dayîka 7 zarokan e jî di nav de ji 92 kursiyên parlamentoyê 71 yek kursî bidest xistibûn.