NY: Em ji bo hevdîtinên Astana nehatine vexwandin

NY: Em ji bo hevdîtinên Astana nehatine vexwandin

13:33:32

 

Rojava News: Netewên Yekbûyî ragihand, heta niha ew ji bo danûstandinên Astana ya di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de nehatine vexwendin.

Berdevkê bi navê Sekreterê Netewên Yekbûyî (NY), Stephane Dujarric ragihand, ew li civînên Astana de amade nabin, ji ber ku heta niha ti vexwendinên fermî ji wan re neçûne. Dujarric amaje bi wê yekê jî kir, ku ew nizanin kîjan alî vexwandnameyan dişînin jî.

 

Berî niha nûnerê Rûsyayê li Encûmena Asayişa Navdewletî de raghandibû, ku NY bi fermî ji bo danûstandinên Astana hatiye vexwandin, lê gûmana wan li ser beşdariya Nûnerê Navdewletî yê ji bo Sûriyê Steffan De Mistura heye.

 

Biryare di 23ê yê mehê de civînên aştiyê di navbera opozîsyon û rêjîma Sûriyê li Astanayê paytexta Kazixistanê bêne li darxistin, lê heta niha aliyên beşdar bi tevahî  nehatina destnîşankirin.

 

Duh jî rêveberê di Eniya Gohertin û Azadiyê de Qedrî Cemîl ragihandibû, di gera yekem ya civînên Astanê de di navbera aliyên leşkerî de wê birêve biçe.