12:48:16
Rojava News: Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu dibêje, eger Amerîka dixwaze PYDê vexwîne civîna Astanayê bila DAIŞê jî vexwîne!
Amadekariyên civîn û hevdîtinên navbera aliyên şerê Sûriyê didome. Tê gotin ku civîn dê roja 23 vê mehê li paytexta Kazaxistan-Astanayê dest pê bike.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûçoglu derheqê civînê de ragihand, ew dê Amerîka jî vexwînin civînê û got, lê nabe PYD tevlî civînê bibe.
Çavûşoglu bertekek sosret nîşanî banga berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Mark Toner jî da ku gotibû bila PYD jî tevlî civînê bibe. Çavûşoglu got, madem hûn dixwazin PYD tevlî civînê bibe bila DAIŞ jî tevlî bibe!
