Li Brezîlyayê serhildana girtiyan: 10 kesan jiyana xwe ji dest da!

Li Brezîlyayê serhildana girtiyan: 10 kesan jiyana xwe ji dest da!

13:32:06

 

Rojava News: Girtiyên li girtîgeheke bajarê Natalê yê girêdayî parêzgeha Rio Grandeyê serhildanek da destpêkirin.

Rayedaran ragihand ku 10 kesan di serhildana navborî de jiyana xwe ji dest daye. Tê texmînkirin ku serhildan di navbera du komên çeteyên li girtîgehê de derketiye û rayedaran eşkere kir ku hîn jî serhildan nehatiye kontrolkirin û gelek polîs û hêzên piştgiriyê hatine şandin bo girtîgehê.

Wezareta Welatîtiyê û Dadmendiyê ya parêzgeha Rio Grandeyê ragihand ku li girtîgeha ku kapasîteya wê 620 girtî ne, hezar û 83 girtî hene.

Li gorî agahiyan, herî kêm 3 girtî hatine serjêkirin. Tê diyarkirin ku ihtimal heye, hejmara miriyan zêde bibe.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha nêzîkî 100 kesî miriye di wan serhildanên ku piştî serê salê li girtîgehên Brezîlyayê dest pê kiriye.

Herwiha hikûmeta Brezîlayê, yekîneyên artêşê li nêzîkî girtîgehan bi cih kirine.