Ji Kerry bo Netanyahu: Em li dijî Îsraîlê tu biryaran nastînin

Ji Kerry bo Netanyahu: Em li dijî Îsraîlê tu biryaran nastînin

13:11:12

 

Rojava News: Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ji bo Konferansa Aştî ya Rojhilata Navîn ji Netanyahu re gotiye: "Em li dijî Îsraîlê tu biryaran nastînin" û gerantî dayê.

Li gorî televîzyona Kanal 10 a Îsraîlê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ji bo Konferansa Aştî ya Rojhilata Navîn bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu re bi rêya telefonê axivî û jê re gotiye "Em li dijî Telavîvê tu biryaran nastînin" û gerantî dayê. Wezîrê amerîkî Kerry ji bo encama Konferansa Aştî ya Rojhilata Navîn ku heke li dijî Îsraîlê biryar werin derxistin derheqê tedwîrên ku bêne standin de Netanyahu agahdar kir.

Tê gotin ku ji bo encamnameya konferansê were sivikirin û ev biryar di Neteweyên Yekbûyî de li dijî Îsraîlê neyên bikaranîn xebat û tevger didomin. Konferansa Aştî ya Rojhilata Navîn ji bo ku dîsa têkiliyên Îsraîl û Filistînê bigihînin astekê muzakereyan bidin destpêkirin duhî li Parîsê destpê kir.

Di çarçoveya çareseriya pirsgirêkên Îsraîl û Filistînê de piştî 9 salan ev yekemîn konferansa aştiyê ye ku tê lidarxistin.

Di Konferansê de nêzî 70 nûnerên welatan tevlî dibin, lê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu û Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Abbas tevlî nabin.