12:28:54
Rojava News: Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ragihand ku em li benda wezîfegirtina Donald Trump a Serokatiya Amerîkayê ne, lewra em ê pê re di her qadê de bixebitin.
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel piştî hevdîtina bi Serokwezîrê New Zelandê Bill English civîneke çapemenî lidar xist û di civînê de hevpeyvîna Serokê Amerîkayê yê nû Donald Trump ku dabû rojnameya Îngîltereyê hat pirsîn. Angela Merket di bersivdayîna xwe de got: "Demeke dirêj e em helwesta Serokê Amerîkayê Donald Trump ku wê di 20ê Rebendanê de wezîfeyê ji Barak Obama wergire dizanin û herkes helwesta min jî dizane.
Em li bendê ne ku Trump wezîfeyê bigire ku em bikaribin di her qadê de bi hev re bixebitin." Merkel di berdewamiya axaftina xwe de got: "Qedera me ewropiyan di destê me de ye, bi ekonomiya xwe ya xurt, bi hêza xwe ya hevpar di tekoşîna dijterorîzmê û parastina sînoran de dikare hemû pirsgirêkên xwe bixwe çareser bike."
