23:27:06
Rojava News: Firokeyên şer ên Nîceriyayê îro bi şaşî êrişî cihê welatiyên sivîl kirin û di encama bombebaranê de zêdetirî 100 kes hatin kuştin.
Li gorî agahiyan, firokeyên şer ên Nîceriyayê bi şaşî cihê kampeke penaberan dane ber bombeyan.
Hatiye ragihandin, ku firokeyên şer ên Nîceriyayê xwestine ku êrişî cihê çekdarên rêxistina Boko Heramê bikin, lê belê bi şaşî kampeke koçberan bombebaran kirine.
Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama bombebaranê de herî kêm 100 kesên sivîl hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.
Ajansa Asociated Press di nûçeya xwe de, hejmara qurbaniyên bombebarana şaş a firokeyên Artêşa Nîceriyayê zêdetirî 100 kesan ragihandiye.
Rêxistina Pizîşkên Bêsînor jî ragihandiye, ku firokeyên şer kmapeke penaberan li devera Ran a li bakurê rojhilatê Nîceriyayê kirine armanc û di encamê de 50 kes hatine kuştin û 120 kes jî birîndar bûne.
Xaça Sor a Navdewletî jî aşkere kir, ku 6 karmendên wê rêxistina navdewletî di nava kuştiyên êrişa firokeyên Artêşa Nîceriyayê de ne.
Ji aliyekê din ve Artêşa Nîceriyayê piştrast kir, ku firokeyên şer ên wî welatî bi şaşî deverek li bakurê rojhilatê wî welatî dane ber bombeyan û ragihand, ku di encama bûyerê de hejmarek welatiyên sivîl hatine kuştin.
Fermandeyekî Artêşa Nîceriyayê bi navê Laki Irabor di dauxyaniyekê de ragihand, ku armanca êrişa firokeyên artêşa wî welatî, çekdarên ser bi rêxistina Boko Heramê bûye, lê belê bi şaşî cihê sivîlan kirine armanc.
Artêşa Nîceriyayê hejmara kuştî û birîndaran wê êrişê aşkera nekir. Fermande, Lakî Irabor jî got, ku hêj nayê xuyakirin, ku çend kesan di wê êrişê de canê xwe ji dest dane, lê belê piştrats kir, ku çend endamên Rêxistina Pizîşkên Bêsînor û Xaça Sor a Navdewletî jî di nava qurbaniyên bûyerê de ne.
Boko Heram rêxistineke çekdar a îslamî ye, ku bi dewleta Nîceriyayê re şer dike.
Rêxistina navborî li deverên bakurê Nîceriyayê bihêz e û gelek cih jî di bin kontrola çekdarên wê rêxistinê de ne.
Boko Heram herwiha hewl dide, ku yasa û şerîeta îslamî li welatê Nîceriyayê cîbicî bike û heta niha çendîn caran êrişên tund û xwînbar li dijî hêzên hikûmeta Nîceriya û welatiyên sivîl ên mesîhî yên wî welatî pêk aniye.
