11:38:14
Rojava News: Derhênêrê rûs ê navdar û Midûrê Giştî yê Studyoya Mosfilmê Karen Şahnazarov ragihand ku NATO dîrektîfê jî bide, Tirkiye êrişî Rûsyayê nake.
Derhênêrê rûs ê navdar û Midûrê Giştî yê Studyoya Mosfilmê Karen Şahnazarov ragihand ku tu planeke Tirkiyeyê ku êrişî Rûsyayê bike tuneye heke NATO dîrektîfê jî bide, Tirkiye êrişî Rûsyayê nake.
Karen Şahnazarov di axaftina xwe ya Rossiya 1 a televîzyona dewletê de got: "Dibêjin NATO belav nabe, jixwe niha liber belavbûnê ye. Başe Tirkiye? Heke îro fermandariya bilind a NATOyê dîrektîfê bide Tirkiyeyê ji bo êrişa Rûsyayê vê nake. Ev bi awayekî eşkere diyar e.
Dibe Tirkiye ji NATOyê vekişe. Dibe her tişt bibe, Ewopa jî û NATO jî dibe belav bibin." Herwiha pisporê ûkraynî Vadîm Karasyov jî di axaftina xwe de îdîa kir ku di rojên zahmet û giran de NATO alîkarî û piştgiriya Tirkiyeyê nekiriye.
