Rojava News: Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov piştî daxuyaniyên nerazîbûna Îranê ya li ser mijara vexwendina Amerîkayê bo Astanayê, aşkere kir ku ew dê Amerîkayê vexwînin danûstandinên Astanayê.
Sergey Lavrov di civîneke çapemeniyê de destnîşan kir, ku Hikûmeta Sûriyê û nûnerên grûpên çekdar ên ku garantoriya Tirkiye û Rûsyayê qebûl kirine û îmze avêtine ser rêkevtina agirbestê, dê tevli danûstandinên Astanayê bibin.
Li ser pirsa ku Îran nerazî ye ku Amerîka tevli danûstandinan bibe, Lavrov bersiv da, ku vexwendin tevî Amerîkayê bi awayekî ku her kes bikaribe tevli bibe hatiye şandin.
Herwiha Lavrov eşkere kir ku ji bo danûstandinên Astanayê, vexwediname hatine şandin û lîsteya beşdarvanan piştî bersivên fermî dê diyar bibe.
Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf duh ragihandibû, ku ew naxwazin Amerîka tevli danûstandinên Astanyê bibe û gotibû ku “Me ew venexwend û em naxwazin ew li wir bin.”
